16 Apr
16Apr


EHMEDÊ XANÎ

Ehmedê Xanî, Dildarê perwerdehîya kurdan bu, lı Bazîde dibîstanek jî ava kiribu û tê de dersên zarokan bi kurdî di da.

Ji vê yeke di derbarê wî de hatiye gotin ku Naskirina Ehmedê Xanî, naskirina nasnama netewê kurda ye.

Ehmedê Xanî, serbilindiya dinya û axiretê herdu ya ye. Bê guman ya baş û rast jî eve.

Wek fîrdewsî netewê xwe ji wendabunê xelas kiriye.

Ji nexweşîna me re jî derman nîşan daye u gotiye: Dijminê me bê îttîfaqiya me ye.

Ehmedê Xanî him xwediyê navê Nubiharê ye him jî rêberê nubiharê û Nubîhar-DER’ê ye

Nûbihar bêjeyek Kurdî ye. Bihar him ji bo demsalê him jî ji bo çêbunê tê bikaranîn. Nûbihar, him bihara nû ye him çêbuna nû.

Her çikas şîrove kirin bi kurdî bihata kirin jî di wan deman de wek hun zanin di medresan de ziman erebî bu, ilm bi erebî dihat perwerdekirin. Bela kû zimanê gel kurdî bu, hewcetîya perwerdehîya Kurdî-Erebî çê hebu.

Ehmedê Xanî, pirtuka xwe yî ku navê we Nûbihara piçukane di sala 1683ya de nivîsandiye. Wî çaxî 32 salî bu.

Him ferhenge û him bi helbestkî hatiye nivîsandin. Ji vî awayî jî berhemêke cuda û hêjaye. Ferhenga ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin a yekemîn Nûbihara piçukan a Ehmedê Xanî’ye.

Nûbihara piçukan 14 beşin û di her beşî de di derbarê perwerdehîye û jîyana civakî de şîreteke girîng hatiye nîşandan. Di vê berhemê de 954 peyv hatiye nivîsandin û rave kirin.

Axaftin her çikas hebe jî xwendin û nivîsandina bi kurdî di nava gel de tunebû yan pir qels bu ji vê yeke wisa jî tê gotin ku xwendin û nivîsandina bi kurdî bi nubihara piçukan dest pê kiriye.

Ehmedê Xanî, di Nûbihara piçukan de wiha dibêje:


          Ji paş hemd û selewatan

          Ev çend kelîme jî ji lixetan

          Vek êxistine Ehmedê Xanî

          Nav lê Nubihara biçukan danî

          Ne ji bo sahibi rewacan

          Belkî ji bo piçukê kurmancan


Di vir de hususîyeteke Ehmedê Xanî ê din derdikeve Ku Ehmedê Xanî ji bo kasr û qonaxa re ne şixuluye huner û wejaye xwe daye xizmeta gelê xwe.

310 sal piştî Nubihara piçukan a Ehmedê Xanî, sala 1992’yan de Hinek mislimanên ku di rêçika Ehmedê Xanî de di xwazin bi meşin kovareke çandî, hunerî û edebî derxistin. Û di bin tesîra Nûbihara piçukan a Ehmedê Xanî de navê wê jî dadîn: Nubîhar. Heta niha jî weşana xwe dom dike.18 sale dijî, û niha gihîştiye hejmara 112’yan. Mirov kare bibêje di şibê kovarên Hawar û Ronahî.

Kovara Nubiharê. Ji alîye olî u netewî ve nivîs û berhemê çandî, hunerî edebî û dîrokî di weşîne.

Li Tirkiyê ji xeynî Nûbîharê weşaneke bi kurdî kû hevkas hatîye weşandin tuneye.

Me jî ji Nûbihara piçukan a Ehmedê Xanî, ji kovara Nubiharê û ji alım û jîren me Kurdan fêhm kir kû mirov dikare bawerî û çanda xwe bi hev re bide jîyandin.

Bawerî ji çandê re ne astenge û çand ji jı baweriye re ne astenge û her du jî pêşiya hev nagirın.

Em li ser vê hêmanê ne, armanca me jî ew e ku em çand û bawerîya xwe bi hevdu re bidin jiyandin.

Niyeta me ewe kû em dinav çarçova bawerîya xwe de, li gorî hêza xwe;   ji alê çand, ziman û dîrokî de xîzmetekî ji gelê xwe re bikin.

Ji bo vê yekê em hinek heval li ser van fikr û ramana gihîştin hev, û me komela Nubihar-DER’ê saz kir.

Ji roja kû me ev komel ava kir 9 meh derbas bu. Di vê 9 meha de tevî vena, bu çar panel û konferans em lidardixin û qursekê kurdî a bi taybetî ji bo mamostên xwe qedand û niha jî qursê meyî kurdî berdevamin.

Bi destura Xwedê û bi piştgirî û alîkarîya we; emê xebat û çalekîye xwe roj bi roj bi pêş de bibin.

Disturek me heye ew jî ji siyasetê durbunê.

Erê em jî wek we wek mirovan rezikî yek bi yek xwedî fikren polîtîkin, wexta hilbijartinê rayên xwe didin, di be hinek hevalên mê di nav partîya de cîh jî bigirin, lê belê em dı çalekîye xweyî komelê de û bi navê komelê karê sîyasî nakin. Em van karan ji sîyasetmedaran re di hêlin ev kar karên wan e. Ji xwe ew jî dikin.

Em xwe mirovek ji mirovahîye dibînin.  Fikr û raman û bawerîya wan çi bibe bira bibe mirov tev wekhevin u birayên hevin…

Derîyê me û dilê me ji temamê alema mirovahîyê re vekirîye û em temamê mirovahîyê hembêz dikin. Bi tenê bira dijminahîya bawerî û netewê me nekin bese.

Gotina Mela Îzzettîn Yildirim kû di vesiyeta xwe de gotîye: Ji were penda min, di nav mislimanan da tim wek hêmanekî aşîtiye bijîn. Ji mere rêzaneke.

Heta em karibin emê di nav mislimanan de û di nav gelê xwe de hêmana aşîtiyê bin. Em bawerin ku aşîtîxwazî ne tiştekî xerab e.

Zimanek çikas dewlemend be jî ku di jîyana civakî çandî wêjeyî û perwerdehiyê de nê bikar anîn peşve naçe. Wê paşve bikeve û wê ber tunebunê ve here.

Ji bo zimanê me hunda nebe û bijî em hinekî zêde giranîya xwe didine xebate ser zimane.

Lê em hatine demeke wiha kû di nav mirovan de gelek pêşdarazî cîh girtine û bi van pêşdarazîyên xwe li pirsgirêkan dinêrin. Yek ji van pêşdarazîya ji rêntina xebatên derbarê Kurdî ne. Gava yek bibêje, ez kurdim, yan li ser kurdî kare kî bike; dabeşker û kurdperest te pêjirandin.

Kurdbun Kurdîtî û Kurdewarî ne dabeşkerî ye û ne nîjadparêzî ye. Em karin bi bêjin netewperwerî ye gelparêzî ye. Ev jî ne gunehe û ne tawan e.

Madem em misliman û bawermendin, Gere em di jîyana xwede sînorên xwe li gorî şart u şûtrên mislimanî û bi yekemîn ayet û hadîsa bidin nîşankirin.

Gelek seyda û melayê hêja di nav me de hene ez le borîna xwe ji wa dixwazim ji ber kû ezê ser xwe biçim û di vê warê de çend ayet û hadîsa bînim bîra we guhdarên heja.

Di peyama Xwedayê kû me ji xwelîye afirandiye di sura Hud’ê ayeta 118’dan de dibeje: Heke Xwedayê te bixwesta, dê mirov tev bikirina yek umet; di Sura Nahl’ê ayeta 93’yan de jî dibê: Heke Xwedê Teala bixwesta, dê hûn bikirana yek umet.

Ayeta 22’yan a Sura Rum’ê de wiha hatiye gotin: Aferandina Wî ya erdû asîmanan, cuda cudabûna ziman û rengên we Ji nîşanen xwedê ne. Beguman di vê de ji bo zanayan ders û îbret hene.

Selat û silav ser Hezretî Mihemmed pêxember bin, ewê ku Qur’an jê re hatiye şandin da ku hemu xelk û welatan ji tarîstanî koletî, bidestî û paşverutiyê azad bike.

Jê tê pirsîn: Nîjadparêzî çiye ya Resulellah! Wiha bersivdike: Nîjadparêzî ew e ku ‘’Wexta nîjada te li ser zilmê be û tû alîkirinê pê re bikî’’

Resulûllah (s.a.w.) dîyar kiriye ku hiskirina nîjada xwe heta ne be zilmkirina ên wekîdin nabe nîjadparezî.

Di hadisekî din de dibêje: Herî xêrdare we! Ê ku eşîra xwe di parêze, heta ne gunekar be.

Wexta di ve çarçovê de mirov ji gelê xwe his bike ji bo geşbun û pêşvebuna gelê xwe bixebite di vî warî de xebatên çand û perwerdehîye bike na be nîjadparêzî.

Heke Xwedayê temamên aleman qebul bike heta ji destê me bê emê di vê çarçovê de bi xebitin.

Rêberekî meyî hêja jî Mîr Celadet Bedîrxan ; Di Kovara xwe Hawarê de wiha gotiye: Hawara me berî her tiştî wê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a peşîn e. Hawar ji vê pêve bi her tiştê ku Kurdanî û Kurdîtî bendewar e.

Xelîl Xeyalî Motkî jî gotiye: Gelî Kurdan! Ji Welatê xwe hez bikin, lewre hiskirina welat ji îmanê ye. Gelî birayan! Dijmatî û neyartîyê ji dilê xwe derxin, û rast bin, bibin birayê hev.(Nubihar 109 r.47)

Muceddîdê sedsala me Bedîuzzeman Seîdê Kurdî wiha digot: “Ez hatim stabolê, hatim payitextê ji bo li Kurdistanê dibistanan bidim vekirin. Daxwaza minî herî mezin û bilind eve. Ez tiştekî din navêm.”

Gelî şêren kurdên ku di dema cîhangiriya Asûrî û Kiyaniyan de, pêşdarî û qehremaniya leşkerî dikirin! Ev razana we ya pênc sed salî bes e. Êdî rabin û hişyar bibin, sibe ye. Lewra, di vê çola wehşetê de, we wehşet û xeflet we talan bike. (Diwana herba örfî r.28)

BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.

Yorumlar
* Bu e-posta internet sitesinde yayınlanmayacaktır.