16 Apr
16Apr

Bİ ZİMANÊ ZİKMAKÎ PARASTİN

Av. Nuri MEHMETOĞLU

 

DESTPÊK

Komara Tirkîyê kû xweragitrtiye awa cudayiya hezên zagonsazî rêvebirin û daraz ê; û Dewleteke kû; din nav arama civakê û piştgirîya netewî û  dadmendîye de, ji mafê mirovan re rêzgir, bi neteweperweriya Ataturk ve girêdayî, bi awayê hêmanên bingeh kû di destpêkê de hatiye diyarkirin, demoqratîk laîk û dadiye, di makezagonê de (makezagona Tirkiyê b.2) hatiye bi lêv kirin.  Hatiye daxuyandin ku Rayeya zagonsazî bi navê netewê Tirk ji aliye dadgehên serbixwe ve wê bê bikaranîn (b.9)

Li gor binavkirina dadgeha makezagonê (jimara biryarê:1998/45):  Dewleta dadî ew Dewlete ku; ji mafê mirovan re rêzgir û van mafan di parêze, pergaleke dadmend sazdike û bi domandina wê ve xwe stûbar dibîne, hemû kirarî û kirinên wê kû venêrana zagonsazîve girêdayiye. Damezrandina  pergaleke wiha, bi; hemû kirarî û kirinên di nav warê zagonsazî rêvebirin û darazê  din av mayina nav distûrên dadî ve û bi girêdana maf û azadîyen bingehî bi ewleya makezagonê ve bimefer e.

Hêza ku bi temamî û dadweriyê pêkanîna rêvebirina dewletê û pergala dadmendîye dike bêguman dad e.

Peywira cîhê darizandinê, piştî nirxandina doz û parastinê bigihîje encam ê.


MAFÊ DARİZANDİNA DADMEND

Darizandina dadmendê: Darizandina kû; di nav şert û mercên kiryarî û dadmendêyê de bê cudakirinê û vekhevî de her alî kare doz û parêziyên xwe karibe bike, û tê pejirandin ku mafê paresitnê jê nager e, û di çarcova mafên mîrovan ên gerdûnî de di dadgeha bêalî û serbixwe de, ji alê dadgerê xwezayî ve bi durustî û vekirî û di demeke heşmend de tê xilas kirinê.

Mafê darizandina dadmend, yek ji mafên mirovanê bingehiye.

Hêmanên darizandina dadmend, di nav dozên ceza, dad û îdarî de cudabûnê nake û di  hemû darazê de derbadare lêbelê ku vekheviya alîyan tuneye û xerakirinên mafên mirovan zêdetir der dikevine holê di nav darizandina cezayê de zêdetir giringiyekê kar dike.

Makezagon (b.36); di bêje ku; Her  kes xwediyê bî hawildarbûna navgînê rewa û riyan li ber merciyên daraziya de bî navê dozdar yan dozlêkirî doz û parastin û mafê darizandina dadmende ye; vê mafê darizandina dadmende naskiriye.

Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa (PMME), ku di 04.11.1950an de li Romayê hatiye şanenav kirin û li 03.09.1953an de ketiye meriyete ji aliyê Tirkîyê ve li 10.03.1954an de bi zagona jimara 6366’a ve ketiye meriyete. Piştî guhertinên 2004’a ên makezagonê (bend 90) êdî normên peymanên navnetewî derketin û bûn normên kû berî normên herêmî pê bi kar anîn.

Mafê darizandina dadmend di Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa (PMME)’de li benda 6. de hatiye lidarxistin.

Beşek ji normê pêwend ê mafê darizandina dadmenda ku di Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa (PMME)’de li benda 6. de hatiye lidarxistin bi bigelemperî di makezagonê de (di bendê 2, 9, 36, 37, 38, 138, 139, 140, 141. 159) cîh girtiye. Beşên din jî di dadmenda ceza û dadmenda rêzana darizandina cezaye de cîh girtiye.


MAFÊ PARASTİNÊ

Mirov kare, parêzîya ku tê wateya sitarbûnê salixa wê yê dadî, wiha rave bîke: Li hemberî dozan; Doz û hewl danên e ji bo derxisitina holêye kû, doz bêwariye û (yan) ne wekî dozêye.

Sê hêmanen bingehiyê darizandinê: doz, parastin û daraz e. Daraz bi nirxandinên doz û parastinê digihîje encame. Darizandin bê parastinê nabe. Ji vê yekê te leqayibûnê kû hinek  parastinê pîrozî dibînin. Lê ne pîroz be jî mirov nikare nebîne kû darizandin bê parastin ni kare bibe, sedema hebûna darizandinê ye û ji bo gihîştina dadmendîye pêwist e.

Ji bo gihîştina rastiya bûjenî kû armanca bingehî ya darizandine ewe vekhevîya alîya divê. Ji bo ku di darizandinen dadê de bi piranî vekhevî heye di doz û parêziyan de lidarxistinên gelemperî pê ve destekariya zêde naye hevcedîtin. Di darizandinen cezayê de bi piranî lêbarker doliva dewletê ye û li gorî bişik xwedî hezeke dêwasaye. Ji bo darizandineke bi dadmendî kribe bibe divê kû vekhevîya aliyan hebe, ji bo vê jî divê ê ku tawan lê te barkirin xwedî hinek mafan be ku devjêbernedan bin.

Di naveroka Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa de mafên  bertawan pir berfirehin: Di vî warî de meriv kare; mafê azadîye, mafê agahdarkirinê, mafê bervêdana girtinê, mafê ragihandinê, mafê standina alîkariya dadê, mafê ne qebulkirina bi kotekî, mafê xwestina ne bi karanîna birhanên bê zagonî hatiye bidest  xistin,mafê parastina xwe yî bi alîkarya parêzer, mafê darizandina bi dadgeha bêalî û serbixwe, di dadgehê de mafê vekhevî,mafê daraziya dadmend, mafê daraziya vekirî, mafê amadebuna daniştinan de, mafê guhdarkirin û jêpirsina govanan, mafê darizandina di demeke heşmend de, mafê werger, mafê wergêr bijimêre… Meriv kare jimara wan zêde ji bike. Lê belê di nav wan de ê pir girîng û gelek ji van mafan di naveroka xwe de hewandike mafê  parastinê ye.

Mafê darizandina dadmend û mafê  parastinê ji dîrokêve bi tekoşînan hatiye ve radê kû îro di nav hêmanen jênageren  rêveberîyen demoqratîkan de bi cîh girtiye; di aqtuelê de di nav mafên mirovan ên bingehî de ne, heta ji hinek alîya ve bi ewlehiya mafên mirovan cîh girtiye.

Ligel vê yekê û bitaybetî  di dozên siyasî kû kirinên rêveberîyen dewleta na pejirênin têne darizandinê û gelek cara xerabiyên mafên mirovan û astengirina bikaranîna mafê parastinê tê dîtin.

Mixabin di rojanê de jî hatina xerabiyên mafên  parastinê yî rojevê didomîne.


MAFÊ PARASTİNA Bİ ZİMANÊ ZİKMAKÎ

Danezana gerdûnî ya mafên mirov a Neteweyen Yekbûyî (bend 11)  Dîyar dike kû, yê ku di darizandinê de tawan lê tê barkirin ji bo parastina wî hemû ewleyên kû pêwîstin divê bê nasîn. Peymana nav netewî ya mafên kesane û siyasî ya Neteweyen Yekbûyî (bend 14/3) de jî tê dîyarkirin kû: Her mirov xwediyê mafê ku di derbarê çawanî û sedemên lêbara tawana ji wî re tê kirin de bi awayekî berfireh û di cî de bi zimanê ku bi karibe fêhm bike bê agahdarkirin; Heke ji zimanê kû di dadgehê de tê axaftin fêhm neke û nikaribe biaxife xwediyê mafê ji alîkarîya wergêrekî bêheq hawildar bibe.

Mafê di derbarê wesf û sedemen tawanbarkirina ku jê re araskirin dizûtirîn katê de bi berfirehê û bi zimanê kû bikaribe fêhm bike be agadarkirin zimanê kû di daniştinê de te bikaranîn fêhm neke yan ni karibe bi axife ji alîkarîya wergêrekî be pere kare kelkdar bûyinê di Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa (PMME bend 6) de bi awayî vekirî hatiye dîyarkirinê.

Li gor Peymana Aşîtî ya Lozan’ê (bend 39/5) Tevî ku hebûna zimanê fermî ya dewletê  ji bo rajêrîyen Tirkîyê ên kû bi zimanên din di axifin ji alîyên kû di dadgehan de bî karibin zimanê xwe bî lêv bikin hêsanîyên lêhatî wê bê pêkanîn.

Zagona azîna darizandina cezayede di benda 148/1 de di bêje: Gere daxuyana bertawan û bişik bi beyîtîna vêna azad be.

Li hemberî di daxwaza parastinkirina  bi zimanekî ji xeynî Tirkî de; gerek bi norma zagona azîna darizandina cezaye (b.202) kû dibêje: ‘’têra vegotina daxwaza xwe bi  Tirkî nizanibe’’ meriv têr nebe. Li gor makezagonê (b.90) berîya normên netewî Hay jê normên Danezana gerdûnî ya mafên mirov a Neteweyen Yekbûyî, Peymana navnetewî ya mafên kesane û siyasî ya Neteweyen Yekbûyî, Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa û peymana aşîtî ya Lozan’ê hebe û be dîtin.


DOZA KCD’e


Dadgeha Cezayê Giran a 6-mîn Diyarbekirê ya rayedare taybetî; daxwazên bertawanên doza  KCD (Kongreya Civaka Demokratîk) ‘ê bi sedem nîşandana zagona azîna darizandina cezaye (b.202) û Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa (b.6) red kir.

Gotina Parêzer Sabahattîn Korkmaz di Dadgeha Cezayê Giran a 6-mîn ê Diyarbekirê ya rayedare taybetîde doza vî ku hîn dom dike parastina xwe bi kurdî kiriye û dadgehê ji zanîngeha Dîcleyê wegêrekî pispor tayîn kirîye, Abdulmelîk Firat li Enqerê di dozeke kû hatiye darizandin parastina xwe bi kurdî kiriye; Parêzer Metîn Îrîs kû got xwestina bertawanên kû parastina xwe bi kurdî bikin li gorî peymana aşîtî ya Lozan’ê dikin, û xwestina wî yî (bi rapora li ser peymana aşîtî ya Lozan’ê amade kiriye te fêhm kirinê kû bi tirkî bi zanibe jî mirov wê bi karibe bi kurdî parastina xwe bike derxistiye holê) Prof. Dr. Baskin Oran bi pisporîye bê guhdarkirin têra guhertina biryara dadgehê nekir.

Li gorî zagona azîna darizandina cezaye (b.213) piştî standina parastina bertawanan, di nav  parastin û vegotinên berê de nakokî hebe wê vegotinên berê bên xwendin. Lê dadgehê hîn berî kû parastina bertawanan bistîne ji ber vegotinên di zeptîye û dozgerîyê bela bi Tirkî hatiye dayîn ji biryara xwe re kiriye sedem û bi vê ji azîne jî derdikeve û ji pêla bertawanan biryar dide kû wê bi Tirkî xwe çêtir bi parêzin.

Li ser bervêdanê Dadgeha Cezayê Giran a 4-mîn ê Diyarbekirê ya rayedare taybetî jî bi bîranîna kû bertawanan li zeptîye û dozgerîyê vegotinên xwe bi Tirkî dane;  ji bo kû bi Tirkî zanin bervêdanên bertawanan hate red kirin.

Li gorî zagona jimariya 5271. a azîna darizandina cezayê kû avakirina darizandina cezayê lidardixe;  bi karanîna mafên bertawanan ku hatine destnîşankirin di situbarîya dadgehê de ye.

Li gorî zagona azîna darizandina cezayê (b.147,148) Bertawan standina vegotina vî û dı pirsiyariyê de bi pêwendayî ye, tawandina kü araskirin jêre tê kirin; bê pêkutî û bê mabûna di bin bandorîye de xwe çawa baş bi derbirîne bi wî awayî kare xwe bi parêz e.

Zagona azîna darizandina (b.202) cezayê dibêje bertawan, kû têra vegotina daxwaza xwe bi Tirkî nizanibe; bi navberîya wergêrê kû ji alîye dadgehê ve tê tayîn kirin, xalên bingehîn ên doz û parestinê  wê bên wergerandin

Ji bo ên kû têra vegotina daxwaza xwe bi Tirkî zanin, bi tevî zanîbuna xwe bi bawerbin ku bi zimanekî din wê xwe çêtir îfade bikin û bixwazin wî zimanî bikarbînin lidarxistinek tuneye. Di vî warî de ji li rêntina rêzikê dadî yên gerdûnî pêştir rê tuneye.

Zimanê kû televîzyona dewletê 24 seata weşanê dike, di hinek televîzyon u radyoyan de bi dem yan bê dem bernaman tên weşandin, hinek çapkirîyen têvel têne çapkirin, li zanîngeha kursi tên vekirin û dersên hilbijarî tên dayîn, tevî serekomar û serokwezîr karmendê dewletê car carne bî lêv dikin, hejmara wan bigengeşî be jî bikêmasî bîst milyon kesê ku zane û pê di axife û dadgehê gotiye ‘’zimanekî nenas’’ bi vê; yan tawana,  beşekî ji gel, bi ragirtina çîne civakî, nîjad, ol, zav, zayend yan cudahîye ve kêmxistinê (zagona ceza an Tirk bend 216) bikartîne yan jî  bi biwêja herî sivik haya wan ji dinyayê tune ye.

Li gor Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa (b.6) ji bo bealîya dadgehê hewceye ku; bi dadger (yan dadgeran) re leh yan dijî alîyen dozê hest yan jî berjewendîyek û pêşdarazıyekî ku bandorıya biryarê bike tunebe.

Ji alîyen rêzikê dadî yên gerdûnî ve  ji bo guman kirina bêalî û serbixwebuna dadgeha kû darizandinê dike ev biwêj bi tene jî bese, û kare encama kû darizandineke dadmend ne hatiye kirin derxe holê.

Di derbarê helwestên bi cih be anîn li hemberî bertawanên kû parastina xwe bi kurdî di domînin ramanên cuda derdikevine holê. Ramana yekemîn ewe ku be perijandin  ku mafê bersivnedanê hatiye bikaranîn; ji pêla guhdarkirinê be perijandin  kû mafê bersivnedanê hatiye bikaranîn bi temamî dijî dadê ye, ya duduyan ên kû xwestina parastina xwe bi kurdî di domînin bi xerakirina pergala dadgehê bên sûcdar kirin lê li holê sucekî wisa tune, ya sisiyan ramana qîm pê anîna vegotinên li zeptîye û dozgerîyê ye lê ev jî tê wateya qedexekirina mafê darizandina dadmendîyê.

Di vê gihanekê de ji aliyên bertawanên doza KCD’ê re jî sê bijêre cuda xuya dikin: bikaranîna mafê bersivnedanê, qebûl kirina biryara dadgehê û bikaranîna parastina Tirkî yan jî domkirina parastina kurdî

Lê di vê gihanekê de; bela kû tiştên hatine kirin wê bêwatê bihêle û ji bo tiştên heta vega hatine kirin wê di nav wîjdanande mehkum bibin, ji domkirina parastina bi kurdî pê ve çareserîya wan tuneye. Bijêreke vekî din wê bibe sedema kû bi xwere bikevin nakokîye


MÎNAKÊN SEPANAN

Bi sirûştî di zagonande her tişt pir vekirî û yek bi yek nay jimartin. Ji vê yeke carna biryarê jihev cuda heta ên dijî hev jî derdikevine hole û tên dîtin. Heta carna jî dibe ku bê dîtin heman dadgeh di dozên mîna hev de biryarên cuda yan dijî hev dide.

Dadgeha Cezayê Giran a 6-mîn ê Diyarbekirê kû di doza KCD’de ku parastina bi kurdî red kirîye, di nav vê salê de  di doza parêzerekî (Sabahattin Korkmaz) ku bêguman têra vegotina daxwaza xwe bi Tirkî  wê zanibe, parastina wî bi kurdî kebul kiriye û wergêrekî pîşandiye.

Siyasetmedar û parêzer İbrahim Güçlü di gelek dozen xwe de û di dadgehên cuda de xwe bi kurdî parastiye û gelek caran ji dadgehan ve hatiye kebul kirin.

Dadgeha cezayê eslî  ya Sêrt’ê di doza kû serokê şaredariya sêrt’ê jî dinavdeye û 17 kes têne darizandin, li ser xwestina bertawanan kû parastina xwe bi kurdî bikin dadger di girtenamêde ‘’ bertawanan bi kurdî xwe parastin’’ da nivîsandin û mubaşîr bi wergêrîye pîşand.

Dadgeha Cezayê Giran a 4-mîn ê Diyarbekirê ya rayedare taybetî, xwestina bertawan Fedli Temizyüz ku xwe bi kurdî û nivîskî biparêze kebul dike û ji alê dadgehê ve di girtenamêde bi awayê  ‘’ 55 rupel parastina kû bi kurdî û bi destnivîsê hatiye nivîsandin hate xistin nav dosyayê’’ derbasbû û ji bo pîşandina wergêrekî biryar da. Lê di daniştinekê beriya vê de daxwaza Fedli Temizyüz bi awayê ‘’Ez bi Tirkî zanim lê ez dixwazim parastina xwe bi kurdî bikim’’ red kiribu.

Dadgeha Cezayê Giran a 5-emîn ê Diyarbekirê di daniştinê de dxwaza bertawanên girtî  Mustafa Ayhan, Hüseyin İpek û Nurettin Turgut, parastina kurdî bi nivîskî, ji ber kû berê bi Tirkî xwe parizandibûn kebul nekir.

Dadgeha cezayê eslî  a 5-emîn ya Ruha’yê di doza kû 98 bertawan tên darizandin xwestina bertawanan ji bo parastina kurdî kebûl kir û xebatkarekî dadwerxanê bi wergêrîye pîşand.

Dadgeha Cezayê Giran a 9-an ê Stenbol’ê wexta ku bertawan Bayram Arslanoğlu bi kurdî bersiv da bi awayê ‘’ hate fêhm kirinê ku bertawan hevoken bi kurdî sazdike’’ nîşe da nivîsandin. Parêzerê wî Hüseyin Çalışçı ji bo daniştina pêşî wergêr xwest. Lê belê dadgehê vê xwestinê ji ber ku bertawan li Tirkîye buyîye û perwerde dîtiye û heta îro parastinên xwe bi Tirkî kiriye xwestina wergêr bê dadiye red kir.

Dadgeha Cezayê Giran a 10-an ya Îzmîr’ê daxwaza parastina kurdî û xwestina pîşandina wegêrekî ji ber ku berê vegotinê xwe bi Tirkî dane û têra vegotina daxwaza xwe bi Tirkî karin bidin red kir û daniştinê domand.

Dadgeha Cezayê Giran a 2-yan a Erzirom’ê destur neda serokê şaredarîya Îdir’ê kû di dadgehêde parastina xwe bi kurdî bike.

Di nav dewletê Yekîtîya Ewrûpa kû te mînak kirin û ji bo ketina we serledan hatiye kirin; îhtîmala red kirina xwestina parastina bi zimanê zikmakî yan zimanne din tuneye yan jî vek tunebunê pir kême. Niha ji li gelek dewletê Ewrûpa û bi nemaze di karên şaredariyan de ji yekî zêdetir ziman têne bikaranîn.


ENCAM

Wexta meriv hay ji normê dadî ên hemdem û hêmanên gerdunî bibe, derdikeve holê kû; mafê parastina zimanê zikmakî qetek ji mafê darizandina dadmendîye ye ku jê naye veqetandin, Di bê mirov çava xwe dilfireh bihisîne bi wî awayî parastina xwe bike û di parastina xwe de hilbijartina zimanê kû pê bikarbîne de azad be û ji sedemen van çêtir dîtinan jêpirsîn nên kirin.

Ti norm tunebe jî bertawanê ku parastina xwe bi zimanê xwestina xwe bike, gere di bin bergeha mafê darizandina dadmendî de destdirêjî lê nê kirin.

Îtiraz kirina li hemberî biryara red kirina xwestina parastina bi kurdî ya Dadgeha Cezayê Giran a 6-mîn ê Diyarbekirê ya rayedarê taybetî kû hatiye kirin jî ji alê Dadgeha Cezayê Giran a 4-mîn ê Diyarbekirê ya rayedarê taybetî ve hate ed kirin û bi vê biryarê di nav Tirkyê de rê neman.

Bi gumaneke mezin ev biryar wê bê birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa. Dîsa bi gumaneke mezin wê li dijî vê biryarê daraz derkeve û wê carek di jî bikaranîna mafên bingehîn wê bi têkilatiya Ewropa bê pêkanîn

Bikaranîna mafên bingeh û girîng ku ancax bi têkilatîya Ewropa bi cîh dibe, di be ku wekî şermê bê bîrbirin, lê ya jê hîn xerabtir di nav bersiva vê pirsê de ye: ya Ewrûpa tunebûna?


Prz.Nuri MEHMETOĞLU

Not: 2009 Yılında Yazılmıştır.

 BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.

Yorumlar
* Bu e-posta internet sitesinde yayınlanmayacaktır.