BİRATÎ Û AŞÎTÎ
Têketin
Mirov ji ber damezra xwe her tim li aramî û bextewarî digere.
Jiber kû jiyana wan bihevre ye aramî û bextewarîya Mirov aramî û bextewarîya civakê ve girêdaye.
Her bîrdoz, ol, bawerî, felsefe û lênêrînên dinyê; aramî bextewarîya mirov dike armanc. Bîrdoz, ol, bawerî, felsefe û lênêrînên dinyê ên ku mirovan negihîjinîne vê armancê tune dibin.
Lê tevî vê yekê; û ji hatina dinyê heta îro; şer, pevçûn, komkujî, xwînrijandın, kujar û mirin ji jiyana mirov kêm nebuye, û wisa xuyaye kû wê ev hal bidome.
Du cureyên biratiyê hene. Yek jê biratiya kû ji xwînê ye, wekî yekîtiya dê û bav, yan berfirehtir yekîtiya malbat, ezbet, êl, eşîr û gelan e. Ya diduyan biratiya yekîtiyê, bihevrebûnê, bihevparkirinê ye, wekî yekîtiya olê, baweriyê, bîrdoziyê, lênêrînên dinyayê û hwd.
Lê her çikas tiştekî giranbuha be jî; biratî ji bo tunekirina şer, pevçûn, komkujî, xwînrijandın, kujar û kuştinên nav mirovan, têr nake. Herwiha, di dîroka mirovahiyê de pevçûn û kuştina mirov yan yekemîn di navabera Habîl û Kabîl de çêbuye kû ew jî birayên hevbun.
Ji ber vê yekê, ji bo gihîştina aramî û bextewarîyê, berî biratiyê hewcebûna mirovahiyê aşîtî ye.
Aşîtî
Her çikas piştî şeran lihevkirina sekinanandina şeran, yan demên bê şer ji wekî aşîtî bê bi navkirin jî, mijara me ew aşîtîye kû herkes dinav hiquqê de bi wekhevî û azadî bikaribe bijî.
Hebûna aşîtîyê ji bo biratîyê jî şert e. Lewra wekhevî kû ji bo biratîyê jî pêwist e. Encax di aşîtîyê de bimefer e. Bela kû şer wekhevîyê tune dike û hineka dike yezdan, hineka dike mirov, hineka jî dike xulam.
Aşîtî; bi ol, bawerî, felsefe, dîrok, hiqûqa navnetewî û tekiliyên navnetewî di serî de bi kurtasî bi hemû zanistîyên civakî re di tekiliyêde ye û di pêkanînên polîtîkayên herêmî û gerdûnî de bibandor e.
Her çikas; şer, kuştina hevûdin, komkujî, xwîn rijandin ji siruşta mirovan re çewt be jî, mixabin, dema kû mirovahî di aramî û bextewarîyê derbas kirîye, li hember dema kûbi şer, pevçûn, komkujî, xwînrijandın, kujar û mirin, vêrankirinan de hatiye derbaskirin, gelek kin e.
Ji ber vê yekê aşîtî pir girîng e.
Bi piraniyeke yekser hemuyên ol û baweriyên wekîdin hemberî şeran e û daxwazîkarên aşîtîyê ne jî tevî vê di pêkanîna aşîtîyê de bi têrkerî bi bandor nebûn.
Ji bo nîşandana aşîtîxwaziya her sê olên mezin mirov bikare vana minak bide: Ayetên Tewratê “Di aşîtîyê de bijî” (Tewrat Exodus IV), “Li aşîtîyê bigere û bidomîne” (Tevrat Psalms, 34:13), Ayetên Încîlê: “Ji dijminên xwe hisbikin, ên kû jiwe nefret dikin qenciyê bivan bikin, ên kû naletê li we dikin ji van re dia bikin” (Încîl, Luka, 6:27-28), Ayetên Pirtuka ola me Quran’a Piroz: “Bêguman kî mirovekî (bi niheqîyê) bikuje, her wekî wî tevekê mirovan kuştibe. Kesê kû bibe sebebe xelasiya mirovekî, beguman her wekî wî mirovan tevî xelas kiribe.” (Mâîde, 5/32), “Eger ji mumînan dû kom şer bikin wan lihev bînin” (Hucurat, 49/9), “Hemû bihevre bikevin aşîtîyê” (Bakara, 2/208). Tevlî van ayêtên pîroz, Pêxember jî wiha gotiye: “Misliman ên mirov ji dest û zimanê wî emîn be, Mûmîn jî ewe kû, mirov bi can û malê xwe jê emîn be.”
Ev mînakên han ji bo nîşandana aşîtîxwaziya olan bes e.
Di felsefezanan de jî: Aristoteles, aşîtî û sîyasetê bihevre pejirandiye û wisa dîtiye û pêşniyar kirîye kû hemû armancên sîyasî ancax di aşîtîyê de werin pêkanîn.
(Bi piranî) Li gorî felsefezanan ronahîkar û pozitivistan; wê pêveçuna dinê rast û rast bidome, wê mirovahî tim û tim pêşve biçe, wê şer û pevçun rabe û wê aşîtî û biratî were. (Xwezî wisa bibuna) Lê mixabin ev pêşdîtin derneket. felsefezanan piştiwan bi aşîtî, aramî, wekhevî, biratî û azadîyê, hevwelatîya dinê peşniyar kirin lê mixabin ev pêşniyarî jî bi qîmê cîh negirt. Di vî warî de Qant jî: bi peşniyarîya hevwelatîya dinê re, bi dewletên hevdem û bi şiklê komarî sîstemekê hiquqî kû him dewlet him mirov pê girêday be fikîrî bu.
Mafê Aşîtîyê
Hewkas ol, felsefe, bawerî, lênêrînên dinê çikas aşîtîxwaz bin û ji alîgirên xwe re bangewazîya aşîtîyê kiribin jî, mixabin aşîtîyê domdar nava mirovahiyê de çê nebû. L3e piştî şerê dinê ên 1. û 2. kû kuştin û qirkirinên pir mezin bûne, dinav mirovan û dewletan de daxwaz û xwestina aşîtîyê zêde bu, li ser vê hinek xebat hatin kirin
Bi tevlî van êşên ji kuştin û tunebunê derkertine holê re, ji aliyên din de, bi bandora kû mirov hatin astekê kû bi çavkanîye karin jiyana xwe bidomînin jî daxwaz û xwestina aşîtîyê tê kirin. Îro mirov kare bibêje di nav gelek mirovan de aşîtî jî buye armancek.
Di pêşketina hiqûq û maf û azadiyên mirovan ên bingehîn de ji bo hebûn, pêkanîn û bikaranîna maf û azadîyan aşîtî şertekî bingehîn e, kû bê wê nabe. Lewra maf û azadîyên mirovan ne bimefer e.
Piştî van pêşketinên di warê mafê mirovande bu ye, “Mafê Aşîtîyê” jî wekî mafekî mirovan hatiye pejirandin. Mafê Aşîtîyê ji mafên nifşa sêyemîn yanî mafek ji mafên piştevanîyê ye.
Di dema niha de; ji gihîştina kesên, tevlî cudabûna kesan ve ji civaka xwe re rêzdar, û ji hemû kesan re mafê mirovan biparêze û li hemberî şeran aşîtîxwaz be, hewcebûna perwerdehiya aşîtîyê derdikeve holê.
Bela kû armanca hiqûqê jî pêkanîna aramî û aşîtîya civakê ye, mirov dikare bibêje hemû rêzikên heremî û ên gerdûnî ên hiqûqî mafê aşîtîyê sazdike, yan jî bi mafê aşîtîyê re têkildar e.
Di warê navnetewîde; di peydakirin û domkirina aşîtîyê de, sazûmana perwerdehî, zanistî û çandî ya Yekîtîya Netewan kû bi kurtasî navê wê “UNESCO” ye, pêşengiyê dike.
Benda 26/2’an ya danezan gerdûnî ya mafê mirovan ya Yekîtîya Netewan (YN) wisa ye:
Divê ko hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovi û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ko ew arikarî bide têgihîştin, musemeha û dostaniya nav hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên Neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîtiyê.
Benda 20’an ya peyama mafên kesayetî û sîyasî ya navnetewî (1966) wiha ye: her cûre bangeşên (propaganda) şer ji aliyên hiquqê ve tê xedexekirin. Çi cure be bila bê parizandina
Benda 1. ya Danezan Mafê Aşîtîyê de bingeha mafê aşîtîyê hatiye danîn. Em jî dixwazin bi vê distura bingehîn ya mafê aşîtîyê gotina xwe bi dawî bikin:
Mafê aşîtîyê ji bo hemû netewên dinyayê pîroz e.
Nuri Mehmetoğlu
BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.