16 Apr
16Apr

 

ÎSLAM Û MAFÊN MIROVAN

Prz. Nuri MEHMETOĞLU

 DESTPÊK

Bi navê  Xwedayê  Dilovan û Mîhrîban

Dî nav van mela, Seyda û aliman de ezê behsa Îslamê nekim û ne heddê min e jî.

Lê nav çarçova panela me ya Îslam û aşîtîyê tenê ez karim hinekî behsa mafê mirova bikim.

 

MAFÊN MIROVAN

Her çiqas bi gelek cureyan tên danasîn û bi awayekî standart nayê tarîfkirin jî, bi kurtasî mirov kare bibêje mafên mirovan ew in ku; reng netew ziman bawerî û cûdabûna wî çi dibe bila bibe mafên civakî, sîyasî, aborî û yên wekî din in ku mirov bi hatina dinê re dibe xwediyê wan.

Hinek  rewşenbîr, despêka mafê mîrovan heta felsefezanê berê dibin. Hinek jî ku exlebê wan mislimanin despêka mafên mîrovan digihîjînin Hz. Adem û hinek jî dibêjin dîroka mafê mirovan û dîroka mirovahîyê yek e.

Mafê mirovan û parastina maf û azadîyên mirovan îro di rewacê de ye û di vê demê de kar û xebatên bi rûmetin û gelek rê û rêbazên gerdûnî ji bo pêşvebirin û parastina van maf û azadiyan tê bikaranîn û gelek sazî dezge û rêxistin di vî warî de dixebitin.

Wekî din mirov kare bibêje kû îro pirsgirêka yekem ya mirovahiyê binpêkirina maf û azadiyên mirovan e.

Mafê mirovan, dî sedsala dawiyê de zêdetir hatibe rojevê jî borîya wê gelek kevnar e.

Di dîroka Ewrupa de belgenama yekemîn di derbarê mafê mirovan de Magna Carta ye (1215). Paşî dîsa li Brîtanyayê belgenama Bill of Rîghts e (1689).

1776a li Emerîkayê Danezana Mafa ya Virginia hatiye ragihandin. 1789an de bi bandora tekoşîna Emerîkayê li Fransa şoreşa mezin çêbu û Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirov û Hemwelatîya hate ragihandin

1945an de li San Francisco Peymana Yekîtîya Netewan hate şanenavkiri û piştî vê mafê mirovan bu mijareke navnetewî û sala 1948an de 10’ê Berfanbarê Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan hate ragihandin.

Ji ber vê yekê 10ê Berfanbarê wekî Roja Mafên Mirovan hatiye pejirandin û tê pîrozkirin. Tirkiyê di 6ê Avrêlê 1949an de vê danezanê pejirand.

Piştî Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan li Dinê wekî Peymana Mafên Jinan ên Sîyasî, Danezana Mafên Zarokan û Peymana Mafên Sîyasî û Şarmend hwd. gelek  danezan û peyman hatine pejirandin.


Piştî van geşedanan Konsîla Ewrupa di Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan de hinek guhertin çêkir û bi navê  Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa (PMME) hate pejirandin û di 03 rezbera 1953an de kete rewac ê.  Îro di nav dewletên Ewrupî de bingeha Maf û Azadiyên Mirovan, Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa ye. PMME, heta niha bi 14 pêşwazî ye ku hatine pejirandin peş ve çûye û geş bûye.

Cûdabuna herî mezin ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa ji ya Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan ew ê ku di PMME de pergalên xwedî heza kirdariyê jî hebun. Ev: Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa, Konsîla Ewrupa ya Mafên Mirovan û Lijneya Wezîrên Konsîla Ewrupa bu. Lê belê di 1ê sermaweza 1998an de bi pejirandina pêşwazîya 11an lidarxistineke nû hat kirin Konsîl û Lijne rabu lê bi vê re Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa bu dadgeheke mayînde. Îro di nav hemwelatiyên dewletên Ewrupî de ji aliyê maf û azadiyên mirovan de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa desthelatî ye.

 Bi kurtasî: Mafên mirovan ên seretayî ku him di Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan û Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa, de derbasdibin ev in;

1 Mafê Jîyanê,

2 Mafê Ewlehîyê,

3 Qedexebuna îşkencê û koledarîyê,

4 Mafê darizandina dadî,

5 Wekhevîtî,

6 Azadîya ol, wîjdan, raman û vegotin, hwd.

 LI GORÎ ÎSLAMÊ MAFÊ MIROVAN

Li gorî ol û bawerîya Îslamê; mîrov, rêzdar, gerdunî, rumetdar û eşrefê mehlukata ye û bi awayekî xweşiktirîn hatiye afirandin.

Ola Îslamê wek olên din ne tenê bawerîye, li her warê jîyanê de tê jîyandin. Di Îslamê de maf û azadîyên mirovan ji aliyên Xwedê Teala hatine dayin. Ji ber vê yekê mafê tu kesî tune kû maf û azadîyên mirovan xerabike. Binpêkirina maf û azadiyên mirovan ku Xwedê Teala bi afirandinê daye mirovan, him tawan e him gune ye.

Li gor bawerîyê dîroka mafên mirovan ji mirovahîyê ango ji afirandina Hz. Adem destpê dike û destpêka binpêkirina mafên mirovan jî, di şerê navbera herdu kurên Hz. Adem de pêk hatiye ku Qabîl, Habîl kuştiye.

Çavkanîya Fikha Îslamê bi rêzê: Qur’an, Sinnet, Îcma û Kiyas e.

Ji alîyê maf û azadiyên mirovan jî ev rêz rewac e. Gelek distur û rêzikê maf û azadîyê di Qur’an û Sinneta Pêxemberde (Selat û silav lê be) hebin jî, di vî warî de Peymana Medînê û Xutba Xatirxwestinê gelek girîngin. Ji alîyên hinek zana ve bela ku distur û rêzikê davî hatiye gotin û kurteya Îslamê hatiye derxistin Xutba Xatirxwestinê girîngtirîn tê dîtin.

Mirov kare bibêje kû; du armancên ola Îslamê hene: yek bawerîya Xwedê Teala û îbadetkirina jêre ye, ya diduyan ji mirovan û aferîden Xwedê Teala ên wekîdin re tevgerînên baş bên kirin.

Bi vî awayî derdikeve holê kû Fiqih yanî huquqa Îslamê di serî de di be du beş. 1. Mafên Xwedê 2. Mafên evdan, yanî Hukuku'l-ibad û Hukuku'n-nas. Bi rastî hinek faqîh beşa sisîyan yanî mafên tevlîhev jî di pejirînîn lê mijara me ne ew e.

Maf û azadîyên mirovan dikeve nav beşa mafên evdan yanî Hukuku'n-nas. Mafên evdan, ji maf û azadîyên mirovan ên klasîk kû di hiqukên beşerî cîh digirin berfirehtire. Lewra kû di naveroka mafên evdan de him maf him berpirsiyarî him jî emr û nehyê Xwedê Teala heye.

Em çar çarna gazina dikin kû alimên Îslamê bi têrkerî û bi girîngî li ser maf û azadîyên mirovan nesekinîne lê belê em nikarin bibêjin qet û qet li ser van mijara ne sekinîne. Bi vî awayî li gor alimên mislimanan mafên mirovan ku nayên devjêberdan pênç beşin.


1. Mafê jiyanê.

2. Mafê fikir, raman û Bawerîyê

3. Mafên parastina akl û rûmeta mirov.

4. Mafê sitar kirina nifş (nesl) ê.

5. Mafê xweyîbûna mal û milk.

Ev mafên ku di bin van penç beşa de hatin jimartin wexta bên vekirin û maf û azadîyên mirovan bên jimerkirin û rêzkirin wê bê dîtîn ku maf û azadîyên mirovan gelekin. Ji van mafan en girîng wek mînak di Qur’ana pîroz kû peyama Xwedê Teala ye ji me mirovanan re çîh girtîye. Pexemberê me Hz. Mihemmed jî (selat û silav lê be) him di jîyana xwe yî ji me bawermenda re mînak e û him bi gotinê xwe giringîye mezin daye maf û azadîyên mirovan.

Wisa tê xuya ku maf û azadîyên mirovan ku di ola Îslamê de hene xwedî hinek cudabuna bin jî mirov kare bibêje ku ne kemî maf û azadîyên mirovan ên ku îro di sîstemê hiquqên wekî din de hene.

Her çikas di çavkanîyê hiquqa Îslamê de mafên mirovan çîh girtibe jî wekî îro ku li dewletê rojava ne ketiye revacê û sîstematîze nebuye.

1981ê de li Parisê di civîneke ku ji aliyê Unesco hatiyê lidarxistin Danezana Gerdunî ya Îslamê hatibe rojevê jî, ne ket rewac e.

1983an de di Dezgeya Konferansa Îslamê li ser belgenameyek derheqê mafên mirovan ku bi kurtasî wekî Danezana Dakka’yê tê bi nav kirin lihevruniştin bu be jî ji alîyê dewletên Misliman ne hat pejirandin, paşî 1990an Danezana Qahîre Li ser Mafên Mirovan ên Îslamê hatê  weşandin lê mixabin ev jî encam neda.

MAFÊ JİYANÊ

Her çikas li gorî bikaranîn û hevcebuna wexta çêbunê de her maf li gorî xwe girîg be jî mafek heye ku mirov kare bibejê ev ji tebayîyê mafan girîngtir e. Ev maf mafê jîyanê ne. Vexta jîyan tune be yan mirov li holê tune be çikas maf û azadîyên mirovan hebin jî we ti wateyan wan tune be.

Encax mirovekî zindî û xwedî jîyan hebe mirov kare qala maf û azadîyên mirovan bike.  Ji vê yeke mirov bibêje mafê jîyanê seretayîya mafanê yan dayika mafan e wê xelet ne be. Ji ber ve dibe mirov zedetir girîngîyê bide mafê jîyanê û wê bide pêş.

Bi awayekî jî mirov kare bibeje binpêkirina mafê jîyanê di be sedema şer û bi rêzgirtina mafê jîyanê aşîtî derdikeve hole. Ji ber ku mijara panela me jî Îslam û aşîtîye bi taybetî gere mirov hinekî mafê jîyanê bide pêş û zêdetir li ser bisekine.   

Di gerdunê de bûyînê bêjimar hene lê tenê Însan bi bîr û aqle ji wê yeke jî mafê jîyanê derdikeve pêş.

Di Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan de di benda 2. de tê goti: Jîyan, azadî û ewlehî mafê herkesîye. Di Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa (PMME) de jî mafe jîyanê di benda 2. de hatiye lidarxistin. Û belgeyên di derbarê mafên mirovan ên wekîdîn jî mafê jîyanê bi seretayî çîh digire.

Di ol’a û bi taybetî jî di ol’ên semawîde bi neheqî kuştina mirovan hatiye xedexekirin û jîyana mirova pîroz hatîye dîtin. Ev xedexekirin di Tewratê de din av 10 ferman’an de çîh girtîye û di Încîl’ê de jî bi awayekî eşkere hatiye gotin mirovan nekujin.

Di Qur’an-a pîroz de jîyan hewkas hatiye girîng girtin ku di ayetê de hatiye gotin: Her kî mirovekî bi neheqî bikuje, wekî ku tevahîya mirovan kuştibe. Û girîngîya jîyanê hêjî mezin dike û bi vî awayî didome: Kî bibe sebebê xilasîya mirovekî her wekî ku wî mirov tev xilas kiribin. (Maîde 5/32)

Ji xeynî vê jî di Qur’ana Pîroz de di gelek ayetan mafê jîyana mirovan hatiye parastin. Heta mafê jîyanê ji mirov bixwe hatiye parastin û wiha ferman buye: Xwe nekujin.

Ez bawerim ku ti ol û zagon û sîstemên beşerî hewkas girîngî nedaye mafê jîyana mirovan.

Tim û tim ev pirs derdikeve holê: Madem ev ola me Îslam hewkas raste û mafên mirovan diparêzê çima tim û tim xerabî, kuştin, şer û bê dadî ji nav mislimanan xilas nabe.

Wekî go hate gotin di Qur’ana pîroz û jiyan, gotin û sineta Pexemberde (selat û silav lê be) kemayî û xeletî tune ye. Û em li ser vê bawerîye ne.

Herwiha derdikeve holê ku ne rasti û şaşîtî ne di Ola Îslamê de ye, di Mislimanan de ye.

Ji Mislimanên di reya Xwedê Teala û reçika Pexemberê wî de ne, û  ji mislimanên rast û mûttekkî re tu peyvamê tune ye. 

Peyva min ji Mislimanên kû peyamên Xwedê Teala ku di nav Qur’ana Pîroz de ne, Jîyan, sinet û gotinên Pexember, û gotin û fitûyên alim û mûçtehîdan li gorî xwe şîrove dikin, û bi şîrovekirina xwe ji xwere ol û bawerîyeke nû derdixin û vî halî jî navê mislimanîye lixwe dikin û bi xwe navê mislimanîye di herimînin re ye.

Tiştên wekî din Seyda û alimên me yên heja gotin û we bibejin. Ji alîyê mafên mirovan û bi taybetî ji alîyê mafê jîyanê ve ez karim bibêjim ku ev Qur’an ev kuştin û xwîn rijandin li hev naye. Yek ji van çevtê. Bawerîya min ew ê ku Qur’an haq e û rast e.

Bi kurtasî mirov kare bibêje: Ku mirov herkesî wekî xwe bibîne, û ji mafên wan re rêzdar be wê dinya me dê bibe warê biratiyê, aşîtiyê, wekheviyê û dadmendiyê.

NOT: 01.02.2015 Tarihinde Düzenlenen İslam ve Barış (Îslam û Aşîtî) Paneli sunmudur.

BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.

Yorumlar
* Bu e-posta internet sitesinde yayınlanmayacaktır.