16 Apr
16Apr

MAFÊN MIROVAN III

(Cure(nifş)ên Mafên Mirovan)

Av. Nuri MEHMETOĞLU

DESTPÊK

Ji hev veqetandina mafên mirovan gelek dijwar e ku mirov, bihatina té dinê dibe xwediye van mafan. Ev maf jî ji xwezayiya mirov tên û ji pêdivîyên bingehîn û daxwazkirinan derketine holê.

Hemu mafên mirovan, ji bo domandina jiyaneke mirovane, (û wekhev) pêwîst in. Tunebuna yekî, bikaranîna yên din, bi neyinî bandor dike.

Sedema veqetandina grûba, yên mafên mirovan ji ber hêsaniya lêkolîn, hurnêrîn û vegotinê ye. Li gor hinek pîveran bi) veqetandina grûban jî, dibê yekbunî û hevgirtiya mafên mirovan nê jibîrkirin.

Ji ber ku mafên mirovan piralî ne; veqetandina grûban jî bi gelek cureyan derdikeve holê: mafên erênî û yên neyinî, mafên angaştî û yên azadî, mafên kesayî û yên civakî, mafên xwezayî û yên zagonî, veqetandina bîrdozî, veqetandina ji aliyên xwediyên mafan, mafên sivîl, polîtik, aboriyî, çandî û hwd.

NIFŞÊN MAFÊN MIROVAN

Mafên mirovan ên kû bi awayekî gelemperî tên pejirandin; ji nişkave derneketine hole. Bi qonax û merhaleyan bipêşveçuye. Mafên mirovan, ji aliyê; wexta derketina dema dîrokî, daxwaz û pediviyê demê, dînamîkên demê, kom û beşê peşengî kirine, pirsgirek û hewcetiyên têkildar, şert û pêvajoya pejirandin, belgename û zagonî ve, di sê grubên bingehîn de tên vekolînkirin.

Vekolînkirinên li ser mafên mirovan di sê nifş (grub) an de; ji aliyên famkirina mafan, pêşveçûna dîrokî, pêvajoya çêbunê, dînamîkên civakî û hwd. bi piraniyeke zêde, erênî tê dîtin. Ev cureya komkirinê; ji aliyên dîrokî, sîyasî, civakî, aborî jî lêhatiye û bi piranî ji aliyên makezagon û belgenameyên navnetevî jî hatiye pejirandin.

Ev sê nifş ev in: mafên nifşa yekemîn (kû bi mafên klasîk jî tê binavkirin), wekî azadiyên kesan û mafên sîyasî, du kategorî mafan werdigire nav xwe, mafên nifşa dûyemîn (mafên civakî); mafên xebatî û civakî werdigire nav xwe, mafên nifşa sêyemîn (mafên piştgirî) ye kû di demeke nezîk de derketine holê û çêbuna wan hê jî didome.

MAFÊN NIFŞA YEKEMÎN

Hinek mafên mirovan yên mafên nifşa yekemîn di dema feodalîtiyê di peymana Magna Carta de cîh girtine, piştî pêşveçunê, dema halxweşiyê (burjuvazî) di danezanên Emerîka û Frensa û makezagonan de cîh girtiye û di sedsala 20. de ketiye danezan û peymanên navnetewî.

Dîyarokeke girîng ya pêvajoya çêbuna mafên nifşa yekemîn derketina “dewleta modern” ya seretayî ye.

Mafên nifşa yekemîn; ji derveyiya mudaxaleya dewletê qadeke azad dide mirovan û devletê dixe binbariyeke negatîf kû têkilîn û mudaxilên van qada nebe. Lê îro wek hêsankirin, tedbîr sitandin û kirinên vesazkirin ji bo bikaranîna mafan, binbariyên dewletan ên pozîtîf jî hene. DMME (Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa kû ji aliyê huquqîve ciyê we gelek girînge) di vê riyêde ye binbariyên devletan ên pozîtîf  bipêşxistiye. Bi taybetî jî di derbarê mafê jîyanê, ewlehîya kesî û mafê parastina ji şkence û miamela xerab tedbîr sitandin, binbariyên dewletan hatiye dîtin.

Di nav mafên nifşa yekemînde ên kû pêşî tên hişê mirov evin: mafê jîyanê, azadî û ewlehîya kesî, mafê parestina ji şkence û tehdedayîyê, azadîyên ol, ûjdan, fikr û raman, mafê darizandina dadmend, maf û destnedayî ya can, mal, namus û xanî, qedexeyî ya veqetandinê, mafên civîn, xwepêşandin komelvekirin û sîyasî.

MAFÊN NIFŞA DUYEMÎN

Di mafên mirovan de asta duyemîn girîng, derketina mafên civakî ye. Ji ber kû mafên civakî piştî mafên nifşa yekemîn derketine holê wekî mafên nifşa duyemîn hatiye binavkirin û mafên nifşa yekemîn dike watedar.

Mafên nifşa duyemîn, bi tekoşînên komên karkeran kû li hemberî kapîtalizma dijwar hatiye dayîn, derketine hole û buye sedema ramana mafên mirovan kû ji aliyên tevekê tebeqên civakê ve bê pejirandin.

Bi encamiya tekoşînên komên karkeran hinek mafên nifşa duyemîn ên bingehîn hatiye pejirandin û jîyandin û hinek sepanên civakî jî destpê kirîye. Di vî warî de di derbarê mafê xebatê, mafê bêhnvedanê, temenê xebatê, xebata şevê hwd. de baştirkirin çêbune.

Pêşveçunên yekemîn ên makezagonî yên di derbarê mafên nifşa duyemîn de li Frensa û Elmanya hatiye dîtin. Li Tirkyê di makezagonên 1961 û 1982yan de di wesfandina devletê de “devleta huquqa civakî” jî hatiye jimartin. Mafên nifşa duyemîn, piştî herba II. bi makezagonan re di danezan û peymanên navnetewî de jî cîh girtîye.

Bi kurtayî dewleta civakî; dewleteke wisa ye kû, ji hemwelatiyê xwe re mafên xebat, perwerdehî, tendirustî, hewîn, xweyibûn û hwd. dinasîne û diparêze û ên hewcetiya wanî bi strandinê heye distrîne. Lê ev dewleta civakî bi piranî (ancax) li dewletên dewlemend û pêşketî hatiye sepandin, ji bo dewlewetê paşvemayî re buye armanc, îdeal û xeyal.

Mafên nifşa duyemîn ên sereke ev in: mafê xebatê, mafên sendîka, mafê girev ê peymandina komelî, mafê bêhnvedanê, mafê perwerdehiye, mafê tendirustîyê, mafê ewlehiya civakî, mafê xanî, mafê xweyibûnê, mafê jiyana çandî, mafê parastina malbat, jin, zarok û civanan.

MAFÊN NIFŞA SÊYEMÎN

Dewra sêyemîn ya mafên mirovan derketina mafên piştevanîn e ku mafên nifşa sêyemîn tê pejirandin. Mafên nifşa sêyemîn; li hemberî pirsgirêkên jîyanî û girîng, wekî kolonyalîzm, şer, hundabûna çanda, xerabuna hevsengiya ekoljî û xwezayê derketine holê û hatine daxwazkirin. Ji sedema kû mijara van mafan ji dewletê derbas dibe û ji bo jîyandinê hewcetiya piştevaniya hemuyê mirovahiyê heye mafên nifşa sêyemîn wekî mafên piştevaniyê jî tê binavkirin.

Di sedsala 20.de ligel astengkirina dagirkeran, bi tekoşînên gelên kolonî, li hemberî paşvehêştina siyasî, aborî, çand û civakî; mafê diyarkirina qedera xwe, mafên pêşketinê, mafê gelên kêmayî hatiye rojevê. Jê pê ve; di encamiya hilweşandinên herdû şerên cîhanî, xerabuna hevsengîya ekoljî bi hilberan û xerîtana pir zêde, germbûna cîhanî, qirêjbuna hewayê; mafên di debarê aşîtî û hawirdor hatiye daxwazkirin.

Ji mafên nifşa yekemîn re burjuwazî, mafên nifşa duyemîn re koma karkeran pêşengî kirîye. Lê pêşengîya mafên nifşa seyemîn bi piranî ji aliyên gelên dinya sêyemîn, gelên kêmayî û tevgerên civakî ên kû ji pirsgirêkên xweza û hawirdor re hestiyar, hatiye kirin.

Di mafên nifşa 1. û 2. de xwestin ji dewletê bû, lê di mafên nifşa seyemînde xwestin, ji mirovahiyê ye. Bela kû mafên nifşa seyemîn bihevbeşînin ji bo pêkhatina wan hewcetiya piştevaniya mirov, sazî û dewletan heye. Wekî din ji ber bihevbeşînîyê û nediyarîya berpirsîyaran danîna qeyd û rê û rêbaz û tawankirin û cezakirinên huquqî zor û zehmet e; ev beş maf, bi piranî dibin xwestek û dilxwaziyên baş.

Sereke mafên nifşa seyemîn kû wekî mafên piştevanî, mafên lihevkirinê û mafên bihevbeşîn jî tê gotin, evin: mafê diyarkirina qedera xwe, mafê gelên kêmayî, mafê pêşveçûnê, mafê aşîtiyê, mafê hawirdor hwd.

PEYVA DAWÎ

Mafên mirovan îro her çikas bi sê nifş (grub)an tê qategorîzekirin jî; bi pêşveçuna pir bilez yan zanîn û teknolojiyê (kû bi xwe re mirov û civakê jî diguherîne) li qada mafê mirovan jî di be sedema guhertinê. Îro di qada mafê mirovan de; mafên nifşa çaremîn jî (qategoriya çaran) tê rojevê û mafên rojane wekî mafê zanînê, mafê teknolojîyê, mafê ragihandinê tê jimartin û qategorîzekirin. Lê ev qategorîya nu, hê di literatorê de baş nehatiye pejirandin.

Li gorî kesan, rêza girîngiyê bê guhertin jî, mafên mirovan tev girîng û yekin, û asta wan yek e û wekhevin. Her çikas mafên mirovan bi tevahî yek be jî, ji bo zêdetir famkirin û analîzan di lîteratorê de veqetadina van her sê nifşa tê pejirandin. Ev veqetandin ne ideolojîk e ji bo çêtir famkirin û vegotina mafan e.

Mafên mirovan kû çavkanîya wê huquqa xwezayî ye, bi verastkirinên netewî û navnetewî, hê jî temam nebuye. Ji ber vê yekê daxwaz û xwestekên mirovan ne statîk e, dînamîk e û di vî warî de tim û tim guhertin çêdibin. Ji ragihandina danezana gerdunî ya mafên mirovan heta îro bi gelek danezan, daxwiyanî, deklerasyon, peyman û belgenameyên netewî û navnetewî mafên nû hatinê pêvekirin û wisa tê dîtin kû geşedana mafên mirovan didome.

Bi hêviya xwedîbuna jîyanekê bi rumet.

NOT: Batman Barosu Dergisinde (Sayı:2015/8) Yayınlanmıştır.

BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.


Yorumlar
* Bu e-posta internet sitesinde yayınlanmayacaktır.