MAFÊN MİROVAN (I)
Av. Nuri MEHMETOĞLU
DESTPÊK
Her çiqas bi gelek cureyan tên danasîn û bi awayekî standart nayê tarîfkirin jî, bi kurtasî mirov kare bibêje mafên mirovan ew in ku; reng netew ziman bawerî û cûdabûna wî çi dibe bila bibe mafên civakî, sîyasî, aborî û yên wekî din in ku mirov bi hatina dinê re dibe xwediyê wan.
Mafên mirovan; wekî bi Ingilîzî: Human Rights, bi Fransî: Les Droites Humaine, bi Almanî: Menschenrechte û bi Tirkî: İnsan Hakları tê gotin.
Ji aliyê xwedîbûn û bikaranîna maf û azadiyên mirovan, mirov bi temamî wekhevin.
Wekî rêzgirtina maf û azadîyên mirovên wekî din, mirov bi xwedîbuna mafan re, xwediyê hinek berpirsiyarîyan e jî ku bi vî awayî kêşe tê pêkanîn.
Mafê mirovan û parastina maf û azadîyên mirovan di vê demê de karekî bi rûmet e û gelek rê û rêbazên gerdûnî ji bo pêşvebirin û parastina van maf û azadiyan tê bikaranîn û gelek sazî dezge û rêxistin di vî warî de dixebitin.
Ne tenê mafê heyî, mafên ku divê hebin jî di nav mafê mirovan de tê dîtin û ji vê yekê tê gotin kû maf û azadiyên mirovahiyê îdeal e. Wekî din mirov kare bibêje kû îro pirsgirêka yekem ya mirovahiyê binpêkirina maf û azadiyên mirovan e.
Îro mirov di nav zagona de bi cîgirtina mafan têr nabe divê êdî maf û azadiyên mirovan di nav makezagona de cî bigire. Lê ji bo gihîştina vê astê gelek tekoşîn hatiye dayin.
DÎROK
Mafê mirovan, dî sedsala dawiyê de zêdetir hatibe rojevê jî borîya wê gelek kevnar e. Hinek rewşenbîr, despêka parastina mafê mîrovan heta felsefezanê berê dibin. Bi vê re ên kû despêka mafên mîrovan digihînin kuştina kurê Adem Habîl jî hene û hinek jî dibêjin dîroka mafê mirovan û dîroka mirovahîyê yek e.
Di gelek belgeyên kevnar de tê dîtin kû mirovahî di dîrokê de wekî bawerî, çandî, felsefî, hiqûqî û wekî din bi her awayî pêş ketiye kû mafên mirovan jî yek ji wan e.
Di Misilmaniyê de gelek rê û rêbazên maf û azadiyên mirovan ên girîng di Peymana Medînê û Xutbeya Xatirxwestinê de hatine danîn.
Di dîroka hiquqa ewrupî de jî, ji aliyê mafên mirovan de Magna Carta ya Îngîlîzan kû 1215dan de hatiye pejirandin û Danezana Mirov û Hemwelatiyan ya Fransîyan ku 1789an de hatiye pejirandin çihekî girîng digirin.
REWŞA NİHA
Piştî şerê cîhanê ê yekemîn 1919an de bi Peymana Aşîtî ya Versailles, Komela Netewan ava bûbe jî, ji aliyê mafên mirovan de pêşketin zêde çênebuye. Zedetir li ser sekinandina şer û aşîtiyê rawestiyane. Lê Yekîtiya Netewan (YN) kû piştî şerê cîhanê yê dûyemîn di sala1945an de hatiye avakirin ji alîyê maf û azdiyên mirovan de cihekî gelekî mezin girtiye û heta niha jî girîngiya we didome.
Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan (The Universal Declaration of Human Rights / İnsan Hakları Evrensel Bildirgesi) ji aliyê YN ve di 10ê rêbendana 1948an de hatiye pejirandin kû îro li dinê bi vê danezanê bi awayekî gerdunî bingeha rê û rêbazên maf û azadiyên mirovan hatiye danîn. Ji ber vê yekê 10ê rêbendanê wekî Roja Mafên Mirovan hatiye pejirandin û tê pîrozkirin.
Piştî Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan li Dinê wekî Peymana Mafên Jinan ên Sîyasî, Danezana Mafên Zarokan û Peymana Mafên Sîyasî û Şarmend hwd. gelek danezan û peyman hatine pejirandin.
Her çiqas pejirandina Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan di dîroka mirovahiyê de gaveke pir mezin û girîng bigire û Komisyona YN (Yekîtiya Netewan) maf û azadiyên mirovan sal bi sal zêde û berfireh kiribe jî, hinek dewletan ev maf û azadî bi qîmê bi cih ne anîne û hîn jî hinek dewlet bi cîh nayînin û ji mafan re bi qîmê ne rêzdarin û di vî halî de YN nikare tiştekî zêde bike, ji ber kû ne xwediyê heza kirdarîyê ye. Yekîtiya Netewan, tenê biryarê xwe diyar dike û pend dike.
Piştî van geşedanan li Ewrupa jî li ser mafên mirovan kar û xebat çêbûn û peyre Konsîla Ewrupa di Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan de hinek guhertin çêkir û bi navê Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa (PMME) ji bo şanenavê hate vekirin û ev peyman (PMME) di demeke kin de hate pejirandin û di 03 rezbera 1953an de kete rewac ê. Îro di nav dewletên Ewrupî de bingeha Maf û Azadiyên Mirovan, Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa ye. PMME, heta niha bi 14 pêşwazî ye ku hatine pejirandin peş ve çûye û geş bûye.
Cûdabuna herî mezin ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa ji ya Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan ew ê ku di PMME de pergalên xwedî heza kirdariyê jî hebun. Ev: Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa, Konsîla Ewrupa ya Mafên Mirovan û Lijneya Wezîrên Konsîla Ewrupa bu. Lê belê di 1ê sermaweza 1998an de bi pejirandina pêşwazîya 11an lidarxistineke nû hat kirin Konsîl û Lijne rabu lê bi vê re Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa bu dadgeheke mayînde. Îro di nav hemwelatiyên dewletên Ewrupî de ji aliyê maf û azadiyên mirovan de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa desthelatî ye.
Ji hindikbuna cîh em ê mijara xwe li vir bihêlin û di jimara pêş de bidomînin.
Bi hevîya xwedîbuna jîyanekê bi rumet.
NOT: Batman Barosu Dergisinde (Sayı:2014/6) Yayınlanmıştır.
BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.