MAFÊN MIROVAN II
(Dîroka mafên mirovan li Tirkiyê)
Av. Nuri MEHMETOĞLU
DESTPÊK
Bi piranî tê pejirandin ku li Tirkiyê destpêkirina pêşketina maf û azadiyên mirovan, demên dawîyên Osmanîyane kû, hinek maf û azadiyên mirovan di nav belgeyên huquqî de cîhgirtine.
Împaratoriya Osmanîyan; ji aliyê avabûn û rêveberiyê ve, devleteke teokratîk bu û him di huquqa taybetî him di huquqa gelemperî de rêzikên ol (Îslam) ê di rewacêde bun.
Dînamîkên hundir hebin jî bi piranî di bin bandorên dînamîkên derva de, di sedsala 19yan de nasîya hinek maf û azadiyên mirovan û hinek gavên demokrasîyê hatibe avêtin jî, di keysa yekemîn de ev gavên hatinê avêtin hatine vekişandin. Ji bo vekişandina wan gavan jî tu carî bidestxistina keysan de zahmetî nehatiye kişandin. Mixabin li Tirkiyê îro û di vê sedsala 21emîn de jî bi vî awayî car carna gavên ji demokrasî û maf û azadiyên mirovan durxistinê tên avêtin.
DEMA OSMANÎYAN
Di Împaratoriya Osmanîyande di bûna devleteke huquqî û xwedîbuna maf û azadiyên mirovan de gava yekemîn Sened-a Tifaqê (1808) ye. Sened-a Tifaqê, di dîroka Tirkan de pelika yekemîn wekî makezagonî bê pejirandin jî rêzikên wê tu carî nehatiye tetbiq kirin.
Fermana Tanzimatê kû 3 sermawez 1839de hatiye ragihandin; bi taybetî li hemberî xwestinên nûsazîparêstan ji divêtîyê hatibe derxistin jî, ji aliyê padîşah ve hatiye weşandin û wekî Xeta Hûmayun ya Gûlxane jî tê binavkirin. Her çikas ji bo parastina Devleta Osmanî distûr tê de hebin jî, ji aliyê destpêkirina zagon (huquq) ê ve, Fermana Tanzimatê ji Sened-a Tifaqê gaveke mezintir û pêştir e. Bi Fermana Tanzimatê ferqîya Misliman û nemislimanan hatiye rakirin û hinek mafên mirovan ên piştikên yekemîn hatiye nasîn. Wekî; ewlehî û masunîyeta kesan, darizandina dadwer û vekirî, ewlehiya mal, rûmet û namûsê, di beş û leşkerîyede wekhevî û hwd.
Fermana Tanzimatê kû danezana yekemîn ya mafan ya Osmanî/Tirkan ê, bi piranî tê pejirandin kû bi zordarîya dewletên biyanî hatiye derxistin. Piştî weşana Fermana Tanzimatê kû wekhevîyeke rastî derneket holê, bi zordanî û zordarîya dewletên biyanî di 1856an de Fermana Islahatê hat weşandin. Bi vê fermanê maf û azadî hinek hatibe firekirin jî rakirina cudabuna misliman û nemislimanan û li hemberî zagona pejirandina wekhevî zêdetir bal dikişîne.
Zagona bingehîn ya yekemîn kû 23 Berfanbar 1876an de hatiye pejirandin jî wekî pelikên huquqî yên din ên Dewleta Osmanî, bi hemda Padîşah ya yekalî hatiye weşandin. Di makezagona 1876an de cara yekemîn hatiye pejirandin kû li hemberî dewletê mirov jî xwedî (hinek) maf in. Di vê makezagonê de hinek mafên mirovan ên piştikên yekemîn hatiye jimartin û hatiye nasîn û pejirandin.
Makezagona 1876a kû dî dîroka Tirkan de makezagona yekemîn e, ji 12 beş û 119 xalan çêbuye, pê meclîsa mebusa hatiye avakirin û sîstemeka meşrutî hatîye anîn, lê meclîsa mebusa tenê carek hatiye civîn. Li gor xala 113an mafê Padîşah hebu kû di rewşên neasayî de makezagonê ji tetbîqatê rake û bi vê mafê Evdilhemîdê II. di 1877an de cenga Rûsya (cenga 93yan) sedem da nîşan û tetbîqata makezagonê da sekinandin. Ji ber vê yekê, makezagona 1876an bela kû makezagona yekemîn e, wekî xala werçerxê bê pejirandin jî, hinek maf ji pêla fermanê de di makezagonê de cîh girtine, wekî din encameke guhêrîn û veguhêrîn nekirîye.
Piştî serhildanên leşkerî, makezagoneke nû, (kû bi hinek guherînê makezagona 1876an hatiye çêkirin) di 1908an de hat weşandin û heyna meşrutiyetê II. dest pê kir. Bi vê makezagona nû hindik be jî hinek rayên meclîsê hatibu zêde kirin ên padîşah jî hatibu kêm kirin û hinek maf û azadiyên mirovan hatibu firekirin. Lê deme ke hindik piştî vê, buyerên 31e Adarê destpêkir û pêşveçûna demokrasîyê sekinî û paşveçûn destpêkir. Meclîsa Mebusan ya Osmanîyan cara dawî di 18 Adar 1920an de civîya û 11 Avrêl 1920an de hat feshkirin.
DEMA KOMARÊ
Her çikas hinek mirov û zana nepejirînîn jî Komara Tirkiyê ji tunebunê ava nebuye, bi hinek guhertinên sîstema ku ji Osmanîyan hatiye bidestxistin derketiye hole. Meclîsa Mezin ya Gelê Tirkiyê kû 1920an de avabuye; xwedî raye ên giştî bu û 1921ê de bi derxistina makezagonê jî, ji rewşa de facto kete rewşeke huquqî. Lê di makezagona 1921ê de tu vesazkirinek di derbarê maf û azadiyên mirovan de tunebu.
Makezagona 1924a de hatiye derxistin, bandora makezagonên Fransî (1875) û Polonî (1921) tê xuyakirin û nasîna azadîyê ji Danezana Mirov û Hemwelatiya ya Fransîyan (1789) hatiye sitandin. Lê li gel vê yekê jî di makezagona nû de (1924) tê fehmkirinê kû armanc ji maf û azadiyên mirovan zêdetir bi cîhkirina yekîtî û ewlehîya devletê ye, û tê xwestin, dewleta nû kû wekî netewî, navendî û laîk hatiye avakirin, bê qewîkirin.
Dî makezagona 1924a de; ewlehîya kesî, destnedayî ya can, mal, namus û xanî; qedexeyî ya veqetandinê, îşkencê û tehdedayîyê; azadîya fikr û raman, olû û ûjdan, axaftin û nivîs, kar û xebat, civîn û komelvekirin û hwd. Hinek maf û azadiyên mirovan hatibe jimartin û nasîn jî, maf û azadiyên mirovan bi sînor mane û tenê hinek mafên mirovan ên piştikên yekemîn hatibe nasîn jî, maf û azadiyên aborî û civakî ne hatiye nasîn. Ji aliyên maf û azadiyên mirovan piştî makezagonê jî, wekî mafê jina ên hilbijartin û hilbijirînê hinek gav hatine avêtin
PIŞTÎ HERBA II.
Piştî herba II. di rewşa dinyayê bi tevahî de, û bi taybetî jî di rewşa sîyasî de guhertineke gelek mezin çebu û ev guhertin hêjî didome. Bandora vê guhertine li ser maf û azadiyên mirovan zedetir bu. Bi Danezana Gerdunî Ya Mafên Mirovan demeke nû despekir kû, êdî pirsgirêk û hebûn û tunebuna maf û azadiyên mirovan, pirsgirekeke navnetewîye. Piştî salên 1950yan li Tirkiyê jî pêşketinên girîng çebun û bi şanenavîya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa (PMME) demê kû dest pê kir. Lê mixabin piştî demeke hindik paşveçûn destpêkir. Bi makezagona 1961ê kû piştî derba leşkerîye ketiye rewacê vê carê jî guhertinên nû destpêkir.
Di makezagona 1961ê de, maf û azadiyên mirovan bi awayekî berfireh hatiye jimartin û parastin. Di nav wesfê Dewleta Komara Tirkiyê de dewleta huquqî û dewleta civakî hatibu nîşandan û ji makezagonên 1921 û 1924an bi awayekî cihê, maf û azadiyên aborî û civakî di beşeke cuda de hatiye lidarxistin û bi vê re bi taybetî jî ji bo parastina laîsîzmê, ji bo zagonên şoreşê, xwestina guhertin û angaştkirina kû nê ligor makezagonê ye hatiye qedexekirin.
Bi guhertinên, piştî bîrnameya leşkerîyê ya 1971ê; rêvebirin hatê bihêzkirin, ewlehîyê darazê hate kêmkirin û maf û azadiyên mirovan ên asayî hat kêmkirin û tengkirin.
Piştî derbeya leşkerîya 1980a li 1982ya makezagoneke nû ket rewac e. Bi vê makezagonê ji pêla azadîya kesayetî û civakî û serdestîya huquqê, dewlet; serdest, bilind û rayedar hatiye dîtin. Her çikas maf û azadiyên mirovan hatibe jimartin û pejirandin jî, hatiye nîşandan ku ev maf û azadi bi zagona karin bên sînorkirin. Û bi vê sîstemê maf û azadi bi piranî hatîye sînorkirin. Wekî me di destpêkê de got carna gavên ber bi demokrasî û maf û azadiyên mirovan bên avêtin jî wexta keys lê tê, tê vekişandin.
REWŞA NİHA
Bandora herî mezin ya kadîbûnê li ser mafên mirovan encam da û bi vê guhertina cîhanî; yekgirtîyê mafên mirovan bilind bûn, û pirsgirêka maf û azadiyên mirovan bu pirsgirekeke navnetewî. Bî Danezana Wîyana Ya Mafên Mirovan (1993) ev babet derket asteke herî bilind kû bi vê danezanê; cîvaka navnetewî, ji pêşvebirin û geşedana mafên mirovan de, xwedî berpirsiyar hate nîşandan.
Konseya Yekîtîya Ewrupa 1993an de li Kopenhangê ji bo tevlîbuna Yekîtîya Ewrupa pîvanên xwe destnîşankir. Dewleta kû daxwaza wî hebe kû tevlî Yekîtîya Ewrupa bibe divê van (pîvanên Kopenhangê) bi cî bîne.
Di vê riyê de ji bo Tirkiyê geşedaneke giring 1999an de ji bo tevlîbuna Yekîtîya Ewrupa pejirandina berendamîyê ye. Piştî vê, ji alîyekî ve dibin bandora kadîbûnê, ji alîyekî ve jî dibin bandora YE (ji berendamîyê), li Tirkiyê, li ser mafên mirovan de pêşvebun û geşedanên girîng çêbun. Dem deman di raporên peşveçunê de, peşveçun tên diyarkirin û tiştên divê bê biçîhkirin û kêmayî tên nîşandan.
Ji bo armanca gihîştina pejirandina tevlîbuna YE (kû pîvanên YE divê bê bicîhkirin); gelek caran guhertin di makezagonê de hat kirin û ji bo zagon berbihevî zagonê Ewrupa bibin gelek zagonên bestekê aheng hate derxistin.
Car carna vekişandin bê rojevê jî, bi bandora YE, ji alîye maf û azadiyên mirovan de pêşveçun didome.
Dîsa em ê mijara xwe li vir bihêlin û di jimara pêş de bi beşekî din bidomînin.
Bi hevîya xwedîbuna jîyanekê bi rumet.
NOT: Batman Barosu Dergisinde (Sayı:2015/7) Yayınlanmıştır.
BİLGİ: Web sitemizdeki tüm makale ve içeriklerin telif hakkı Av. Nuri MEHMETOĞLU’na aittir. Emeğe saygı bakımından kaynak gösterilerek içeriklerin kısmen veya tamamen kullanması serbesttir.