15 Apr
DANEZANA GERDÛNÎ YA MAFÊN MİROV

DANEZANA GERDÛNÎ YA MAFÊN MİROV

 DÎBAÇE

Herwekî nasîna weqara ko bi hemû endamên malbata mirovî re heye û mafên wan ên wekhev û sabit bingehê azadî, dad û aşitiya cihanê pêk tîne,
Herwekî nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan kirinên barbar ko wijdana mirovahiyê didin isyanê û avakirina cihaneke ko tê de ewê heyinên mirovî, di peyivîn û bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya bilindtirîn a mirov hate îlan kirin,
Herwekî bingehî ye ko mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî ve bên parastin ji bo ko mirov mecbûr nemîne, wek çara dawîn, li dijî zorkari û zulmê rabe,
Herwekî teşwîqa pêşvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera neteweyan de bingehî ye,
Herwekî gelên Neteweyên Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de, dane zanîn û diyar kirine ko ew biryardar in ko arîkari bidin pêsveçûna civakî û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,
Herwekî dewletên endam qewl dane, ko bi hevkariya Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî, riayeta gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,
Herwekî têgihiştineke hevbeş a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê ji giringiya bilindtirîn e,
Civîna Gelemperi vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov wekî îdeala hevbeş a ko hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ko hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ko riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ko li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.

Bend 1
Hemû mirov azad û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiş û şuûr in û divê li hember hev bi zihniyeteke bratiyê bilivin.

Bend 2
Heryek, bê tu cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasi an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ko di vê Danezanê de hatina daxuyankirî ye.
Bi serde, ewê tu cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyi ya welat an erdê ko kesek jê tê, heke ev welat an erd serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr her tahdîda din a serweriyê be an na.

Bend 3
Herkes xwedî mafê jiyan, azadî û ewleyiya şexsê xwe ye.

Bend 4
Ewê tukes di koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teşeyên xwe ve qedexe ne.

Bend 5
Ewê tukes nebe tabiê şkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an xirabker.

Bend 6
Herkes xwediyê mafê nasîna li hemû ciyan a şexsiyeta xwe ya hiqûyî ye.

Bend 7
Hemû mirov li ber qanûnan wekhev in û bê cihêyî xwediyê mafê parastineke wekhev a qanûn in. Hemû mirov li hemberî her cihêtiya ko vê Danezanê ihlal dike û li hemberî her navtêdana cihêtiyeke wilo xwediyê mafê parastineke wekhev in.

Bend 8
Herkes maf heye ko li hemberî kirinên ko mafên bingehî yên ko qanûna bingehî an qanûn jê re dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên selahiyetdar bixe.

Bend 9
Tukes nikare bi awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.

Bend 10
Herkes, di wekheviyeke temamî de, maf heye ko doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û bê alî bi awayekî adil û eşkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf û wacibên wî û ya her tawana curmî li dijî wî.

Bend 11
Her kesê ko bi kirineke curmî tê tawanbar kirin bêrî tê hesibîn ta ko sûcê wî di mehkemeyek eşkere, ko hemû garantiyên ji bo parastina wî pêwist ewle kiribe, bi awayekî qanûnî were îsbat kirin.
Tukes nayê ceza kirin ji ber kirin an nekirinên ko di gava pêkhatina xwe de li gora qanûna neteweyî an navneteweyî ne sûc bûne.

Bend 12
Nabe ko tukes bibe amanca têkilbûnên kêfî yên nav jiyana wî ya arizî, malbata wî, mala wî an nameyên wî, an ziyangihandina şeref û şana wî. Herkes xwediyê mafê parastina qanûn e li hemberî têkilbûn û ziyangihanên wilo.

Bend 13
Mafê her kesi heye ko di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê bike û cihê mayîna xwe bibijêre.
Herkes maf heye ko ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve û vegere welatê xwe.

Bend 14
Herkes maf heye ji ber zordestiyê li welatên din daxwaza penahê bike û bibe penabêr.
Ev maf nikare bê xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî.

Bend 15
Herkes maf heye bibe xwediyê netewahiyekê (miliyetekê).
Tukes nikare bi awayekî kêfi ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê netewahî guhartinê bête bêpar kirin.

Bend 16
Ji temenê (emrê) balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji ber nijad, netewahî an olê, maf hene ko hev mehr bikin û malbatek deynin. Li hemberî zewacê, di domahiyê zewacê û di dema berdanê de ew xwedî mafên wekhev in.
Mehr tenê bi erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête birrîn.
Malbat hêmana xwezayî û bingehî ya civakê ye û xwedî maf e ko ji alî civak û dewletê ve bête parastin.

Bend 17
Herkes maf heye ko bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
Tukes nikare bi awayekî kêfi ji mulkê xwe bête bêpar kirin.

Bend 18
Herkes mafê azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eşkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û bicihanîna ayînan nîşandanê jî di nav vî mafî de ne.

Bend 19
Herkes mafê azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êşandin û herweha mafê bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerîn, wan bi dest xistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.

Bend 20
Herkes mafê azadiya aramane civîn û komelê danînê heye.
Tukes nikare bête mecbûr kirin ko bibe endamê komeleyekê.

Bend 21
Mafê her kesî heye ko rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbestî helbijartî di hukûmeta welatê xwe de beşdar bibe.
Herkes maf heye ko di mercên wekheviyê de ji xizmetên giştî yên welatê xwe kelk (istifade) bigire.
Viyana (îradeya) gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ko ev viyan xwe di helbijartinên durust ên ko di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dijî an li gora awayeke hevrûmet a ko azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.

Bend 22
Herkes, wekî endamê civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; ew mafdar e ko bi riya xebata neteweyi û hevkariya navneteweyi û li gora tenzîm û hatiniyên her dewletê, doza bidestxistina mafên aborî, civakî û çandî yên ko ji bo weqara wî û geşbûna serbest a şexsiyeta wî ferz in, bike.

Bend 23
Herkes mafê xebatê, serbest bijartina xebata xwe, şertên adil û musaîd ên xebatê û parastina li dijî bêkariyê heye.
Herkes, bêî tu cihêyî, maf heye ko ji bo xebateke wekhev heqek wekhev bistîne.
Herkesê ko dixebite mafê meaşek adil û têrker ê ko dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke şayanê weqara mirovî ewle bike û heke pêwîst be bi îmkanên din ên parastina sosyal bê temam kirin, heye.
Herkes maf heye ko ji bo parastina menfaetên xwe sendîka deyne û bikeve nav sendîkan.

Bend 24
Herkes mafê bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema xebatê û tatîlên dewri yên bi meaş heye.

Bend 25
Herkes mafê sewiyeke jiyanê ko têra ewlekirina saxî û rehetiya wî û ya malbata wî bike heye, nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal ên pêwîst û mafê ewleyiyê di rewşa bêkarî, nexweşî, seqetî, bîtî, pîrî an di rewşên din ên windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemên dervayî viyana wî.
Dêyîtî û zarotî mafên arikarî û lênêrîneke taybetî hene. Hemû zaro, çi yên di zewacê de bûyi çi yên dervayî zewacê, xwediyên eynî parastineke civakî ne.

Bend 26
Herkes mafê hînbûnê heye. Divê ko hînbûn belaş be qet nebe hînbûna destpêkî û bingehî. Divê ko hînbûna teknîk û meslekî bi firehî belav be û xwendina bilind bi wekhevîyeke temamî ji hemû kesan re, li gora şehrezayiya wan, vekirî be.
Divê ko hînkirin geşkirina temamî ya şexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovi û azadiyên bingehî amanc bigre. Divê ko ew arikarî bide têgihîştin, musemeha û dostaniya nav hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêşveçûna çalakiyên Neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aşîtiyê.
Dê û bav xwediyê mafê pêşîkî ê bijartina cureyê hînbûna zarokên xwe ne.

Bend 27
Herkes mafê bi serbestî beşdarbûna jiyana çandî ya civakê, ji huneran kelkgirtinê û beşdarbûna pêşveçûna zanistî û encamên wê heye.
Herkes mafê parastina menfaetên manewi û maddî yên ko ji ber berhema zanistî, edebî û hunerî ya ko ew bi xwe çêkerê wê ye heye.

Bend 28
Mafê her kesî yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ko maf û azadiyên di vê Danezanê de berpêşkirî bikaribin tê de bi temamî bêne cih.


Bend 29
Herkes erk (wezîfe) hene li hember civakê, ya ko tenê tê de geşbûna serbest û temamî ya şexsiyeta wi mimkin e.
Di bikaranîna maf û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ko qanûn tenê ji bo ewlekirina nasîn û qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq, pergala giştî û refeha gelemper di civakeke demokratîk de daniye, tê tahdîd kirin.
Ev maf û azadî, di tu rewşê de, nikarin li dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî bên bi kar anîn.

Bend 30 
Tu hukmekî vê Danezanê nikare bê tefsîr kirin wekî ko tu maf dide dewletekê, komekê û kesekî ji bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ko rakirina maf û azadiyên ko tê de hatine berpêş kirin amanc bigre.
---------------------------------
Serkanî: Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov, Institut Kurde de Paris, 1989, 96 rûp.

Yorumlar
* Bu e-posta internet sitesinde yayınlanmayacaktır.